Îsraîlê ji bo taxên li başûrê Beyrûdê banga ‘’valakirina tavilê’’ kir

Artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê bang li welatiyên ku li taxên başûrê Beyrûdê dijîn kir ku demildest ji taxên xwe derkevin. Cara ewil e tê xwestin ku tax bi temamî werin valakirin.

Artêşa Îsraîlê li herêma ku Hizbullah lê zêde ye û bised hezaran kes lê dijîn bang li welatiyan kir ku ‘’demildest xaniyên xwe biterikînin.’’

Berdevkê Erebî yê artêşa Îsraîlê Albay Avichay Adraee li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û got: ‘’Ji welatiyên ku li taxên başûr dijîn re peyameke lezgîn: Jiyana xwe rizgar bikin û demildest ji xaniyên xwe derkevin.’’

Adraee diyar kir ku welatiyên sivîl divê ber bi aliyê rojhilat ve biçin û got ku çûna ber bi aliyê rojava ve qedexe ye.

Artêşa Îsraîlê beriya niha jî ji bo valakirina hin bînayên li başûrê Beyrûdê jî bang kiribûn. Lê bele ji sala 2024'an ve ye cara ewil e banga valakirina hemû taxan ya berfireh tê kirin.

Her wiha di encamên Îsraîlê yên di nava rojê de li herêmên Libnana Başûr û Bekaayê herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî bîlançoya dawîn a şeva Çarşemê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ve hatiye dayîn, ji 2’ê Adarê ve ye di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de herî kêm 72 kesan jiyana xwe ji dest dane û 437 kes jî birîndar bûne.